På kurmanchi

På kurmanchi

Hînkirina zimanê Norwêcî ji bo xwendekarên ku zimanê wan yê dayikê ji bilî Norwêcî ye

Gava ku hûn werin Trondheim, divê hûn bipirsin ka zaroka we girêdayî kîjan dibistanê ye (Dibistana Herêmî/nærskole).

Têkiliyê deynin bi wê dibistanê re ku dê agahdariyan bide we derbara pêşniyara şaredariya (belediye) Trondheimê. Zaroka we dikare an biçe dibistana xwe ya herêmî/nêzîk (nærskole) an jî dibistanek ku têde komên pêşwazîkirinê (mottaksgrupper) hene. Dibistana herêmî dê bi we re binirxîne ka çareseriya çêtirîn kîjane.

Dibistanên xudan komên pêşwaziyîkirinê

Şaredarî ji xwendekarên ku bi zimanên hindikahîyan diaxivin û nû hatine re, here zêde ji boyî 2 salan cîhekî li dibistaneke xudan komên pêşwazîkirinê pêşkêş dike. Eger hûn dixwazin zarok biçe dibistanek wusa, wê dibistana herêmî daxwazanamayekê/telebekê derbara wergirtina cî pêşkêş bike. Daxwazaname ji hêla Daîreya Hînkirin û Perwerdehiyê ve tête lênêrîn (Oppvekstadministrasjonen).

Eger zarok zimanê Norwêcî baş zanibe, em tewsiye dikin ku zarok li dibistana herêmî dest pê dike.

Li Trondheimê heft dibistanên xudan komên pêşwazîkirinê yên ji bo şagirtên ku nû hatine û zimanê hindikahîyan diaxivin re, hene, pênc ji wan di asta seretayî de ne (Bispehaugen, Huseby barneskole, Ila, Kattem, Lade) û du jî di asta navîn de ne (Dibistana Huseby a navîn û Rosenborg).

Perwerdehiya taybetî a zimanê Norwêcî

Mafê zaroka we heye ku fêrbûna zimanê norwêcî a taybetî wergire heya ku ew bi Norwêcî têra xwe fêr bibe da ku bikaribe fêrkirina adetî/normal bişopîne. Wateya perwerdehiya zimanê norwêcî a taybetî ew e ku em bi zimanê Norwêcî perwerdehiya bingehîn didin. Di hin rewşan de, ev tê wateya fêrkrinê bi zimanê zikmakî û / an fêrbûna dersên cuda bi zimanê zikmakî jî. Dibistan bi berdewamî dinirxîne gelo zarok di zimanê Norwêcî de bûye xwedî jêhatîbûnên ku têra hînkirina asayî dikin an na. Dema ku zarok bi Norwêcî têra xwe baş zanibe, mafê xwendina taybetî ya zimanê norwêcî radibe.

Dibistan jêhatîbûnan (meharatan) di zimanê Norwêcî de dipîve (binêre Qanûna Perwerdehiyê § 2-8), ji bo ku binirxîne ka zarok hewceyê perwerdehiya taybetî ye yan na. Ger dibistan bibîne ku zaroka we hewceyê perwerdehiya taybetî ye, dibistan dê biryareke takekesî (ferdî) bide. Di biryarê de wê hejmara demjimêran (se’etan) û awayê hînkirinê bê nivîsîn û pesindan

Hînkirina xwendin û nivîsandinê bi zimanê zikmakî ji boyî pola (sef) 1-em-3-emîn

Ger zarok baş bi zimanê xwe yê zikmakî zanibe, ew dikare zimanê zikmakî wekî piştgirî bikar bîne da ku zimanê wî yê Norwêcî baştir bibe. Ev tê vê wateyê ku zarok wê dersan bi zimanê zikmakî fêr bibe da ku ew Norwêcî fêr bibe. Mafê fêrbûna xwendin û nivîsandina bi zimanê zikmakî bend e bi mafê fêrkirina taybetî di zimanê Norwêcî de. Ev tê vê wateyê ku bêyî ku fêrkirina taybetî di zimanê Norwêcî wergire, zarok wê nikaribe dersên fêrkirina zimanê zikmakî wergire. Hînkirina xwendin û nivîsandinê bi zimanê zikmakî li derveyî demjimêrên normal ên fêrbûnê pêk tê û ev tişt li xwendekarên polên 1-3 tetbîq dibe. Heye ku hînkirin li dibistanek cûda ji ya ku zarok lê dixwîne pêk were.

Perwerdehiya duzimanî ji bo polên 4-10

Şaredarî ji bo zarokên di polên 4-10 de perwerdehiya duzimanî pêşkêş dike, û hînkirin bi gelemperî di dema hînkirina asayî de pêk tê. Wateya perwerdehiya duzimanî ev e ku zimanê Norwêcî û zimannê dayikê têne bikar anîn ji boyî ku zarok fêrî hem Norwêcî û hem dersên din bibe.

Bi gelek zimanan mamosteyên Şaredariya Trondheimê ên duzimanî hene. Ji boyî wan xwendekarên ku şaredarî mamosteyên pispor bi zimanê wanî zikmakî tune ne, em hînkirina zimanê Norwêcî xurtir dikin.

Çavkaniyên liser Internêtê

Çavkaniyên liser internêtê ên cihêreng ku şaredariya Trondheim amade kirine

Sist oppdatert: 08.09.2023

Fant du det du lette etter?

Gå til toppen

arrow_upward